Daxuyaniyên Îranê yên derbarê Tengava Hurmuzê de nakok in
RûpelNews - Berdevkê Fermandariya Giştî ya Îranê, Ebulfazl Şikarçi, ragihand ku Tengava Hurmuzê bi tevahî nehatiye girtin û ew derbasbûn dê berdewam bike.
Şikarcî di axaftina xwe ya bi televîzyona dewletê ya Îranê re diyar kir ku Tengava Hurmuzê nehatiye girtin û got, "Me ew negirtiye û em ê negirin." Wî zêde kir ku derbasbûna ji tengavê dê berdewam bike û tenê du celeb keştî dê neyên destûr kirin.
Berdevk diyar kir, "Em ê tenê destûrê nedin du celeb keştiyan: Keştiyên Amerîkî û Keştiyên girêdayî rejîma Siyonîst."
"Keştiyên ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibin dê bibin hedef"
Her wiha di derbarê vê mişarê de Şêwirmendê Fermandarê Giştî yê Sipaha Pasdarên Îranê Îbrahîm Cebbarî jî çend roj bere, diyar kiribû ku Tengava Hurmuzê girtî ye û keştiyên ku hewl didin derbas bibin dê bibin hedef.
Cebbarî got, "Tengava Hurmuzê girtî ye. Em ê êrîşî her keştîyek bikin û agir berdinê. Qehremanên me yên di Hêzên Deryayî û Bejayî yên Pasdarên Şoreşê de dê van keştîyan bişewitînin. Neyên vê herêmê."