Dawî rewşa biyahê zêrî
RûpelNews - Gramek zêr duh bi rêjeya ji sedî 1.34 daketibû û li ser 7,107 lîrayan girtibû. Bi destpêkirina roja nû bi meyleke bilind, gramek zêr di saet 09:20an de bi 7,129 lîra tê firotin.
Çav li biryarên ji Amerîkayê bêne dayîn in
Daneyên aborî yên ji DYAyê bandorê li ser guherbarîya bihayên zêr dikin. Hejmarên herî dawî yên ku li Amerkayê hatin weşandin nîşan dan ku zextên enflasyonê zêde dibin. Vê rewşê her weha bandor li ser hêviyên derbarê siyaseta rêjeya faîzê ya Federal Reserve a DYAyê de kiriye.
Bilindbûna dolar û dahatên Xezîneya DYAyê duh zext li ser bihayê zêrê her onsê kir, û bû sedem ku bi rêjeya ji sedî 1.4 dakeve û bigihîje 4,595 dolarî.
Lêbelê, zêrê her onsê roja nû bi bilindbûneke ji sedî 0.3 dest pê kir û bi 4,607 dolarî dihat firotin.
Pêşketinên ku piştgiriya zêr dikin
Li gorî pisporên bazarê, hêviyên dolarê qels, kirînên zêr ên ji aliyê bankayên navendî ve û fikarên darayî yên derbarê aboriya DYE'yê de, di nav wan pêşketinên sereke de ne ku piştgiriyê didin bihayên zêr.
Her wiha tê destnîşankirin ku daketina bihayên petrolê piştgiriyê dide bihayên zêr.
Îro li bazarên Tirkiyeyê, statîstîkên hefteyî yên diravî û bankî dê bên weşandin. Li DYAyê jî, hevsengiya bazirganiyê, envanterên firotanê û daxwazên bêkariyê dê bên eşkerekirin.