Dareke Ji Kevir
RûpelNews - Azad Subhî yek ji wan helbestvanên nûjenxwaz û bêdeng yên Başûrê Kurdistanê bû ku salên dirêj bi bêdengiyeke kûr bi dinyaya nivîsandin û helbestê re meşiya û hewl dida di tekstên xwe de bi ziman û peyvan re bijî. Ew tenê dişbiya xwe û tenê bi xwe bû; mîna helbestên xwe bi bêdengî jiya û bi bêdengî xatir xwest.
Azad Subhî Kî ye?
Sala 1961ê li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Yek ji helbestvan û nivîskarên nûjenxwaz ên Kurd e û bêtir bi bêdengiya xwe dihat naskirin. Wî bi kurdî û erebî dinivîsand. Azad Subhî yek ji damezirîner û desteya nivîskarên kovara "Serab" bû di nîvê salên nodî de, her wiha di rojnameya "Hawlatî" de jî kar kiriye.
Helbestên wî di gelek kovar û rojnameyên cuda de û bi çend zimanan hatine weşandin. Xwediyê çend dîwanên helbestan e, ji wan: "Baxçeyên Bavê Min" û hemû helbestên wî bi navê "Agirê Min Venemirinin". Her wiha pirtûkek çîrokan bi navê "Daristan" ku piştî mirina wî ji aliyê Dezgeha KurdRawm ve hatiye çapkirin. Subhî di 25ê Cotmeha 2014an de li bajarê Silêmaniyê koça dawî kir.
Helbesta "Dareke Ji Kevir" yek ji helbestên herî navdar û taybet ên Azad Subhî ye, ku tê de cîhana wî ya bêdeng xuya dike û şiyana wî ya lîstina bi formê û teknîka wî ya di bikaranîna peyvan de nîşan dide.
Helbestvan û werger Dilovan Ali helbestê ji Soranî guherandiye ji bo Kurmancî. Li jêr hûn dikarin tevahiya helbestê bixwînin.
"Kurmanciya vê helbestê diyarî ye ji Dilawer Qeredaxî re، ku hevalê herî bêdeng ê Azad Subhî ye."
Dareke ji Kevir
bêzar bûm ewqas jiyam
dixwazim bi vê heriyê bilîzim
ez ê çi ji vê heriyê bikim
ku navê min li ser hatiye nivîsandin
dixwazim navê xwe parçe parçe bikim
dixwazim êdî kor bibim
tu tiştî nebînim
ez li cihekî me
ku şahiyê ji dengên pûç re li dar dixe.
ji xelweta yekemîn ve
wana
bi quretî behsa bêdengiyeke qerebalix dikin
ez wan gotegotan
paşguh dikim
vedigerim bo tiştekî kevnar
kevnar mîna dil
kevnar mîna destpêkê
destpêk, wateya azadiya Xwedê ye di nav me de
ez venagerim welat
êdî ez çûm
êdî ez winda bûm
welat navekî qure ye
ji wateyeke qelew re
di ferhenga wana de ye yên behsa serweriyê dikin
ez li darekê difikirim
ji zaroktiyê ve bi wê re dijîm
ew heta nizanin welat jî wêran bikin
her tiştî dikin dîwar
ez dîwarekî zelal ji xwe re peyda dikim
ji welatekî zelaltir
ku baweriya wî bi esmanên wî nemaye
erdê wî bûye dîroka miriyan
zimanekî peyda dikim ku bi tu sirûdan ve girêdayî nebe...
xewnê dibînim li vir diçim
diçim ser erdekî din
diçim nav dilê zemînê
da ku bibim hov
hovekî xemgîn.. hovekî kêmpeyda
bêzar bûm ewqas jiyam
dixwazim bi van pelên kevn bilîzim
ev hevalên min ên kevnar in
em bi hev re jiyane, bi hev re mirine
ewqas kevnar in, hindik maye bibin sîber
her sal rojbûna min pîroz dikin
ev daristan, hemû hevalên min in
ji roja ku dinya dinyaye, em bi hev re ne
ez berê şitilekî girînok bûm
paşê bûm dareke şermok
niha mezin bûm,
zarokekî heşt-neh salî me
ser û rihê min spî spî bûne.
daristan gava metirsiyê hîs dike, dilerize
dema ew digirîn, ez ji hesretan
dilê min kesk-kesk dibe
gava ez digirîm, ew ji xeman geş dibin
baran dibare pelên hûr hildifirîne
bo nav defterekê ku min ji bîr kir
bîranînên xwe tê de binivîsim..
deftereke vala ku di raboriyê de maye
baranek kes nizane ji kîjan esmanî bariye
baranek tama wê wek hêsiran e
daristan nebû
şanoyek bû ji şahiya rengan re
çivîkek bask jê re çêbûn û firiya
daran dest bi stran gotinê kirin
pelekî biçûk şîn bû
şaxên daran sirûda sorgulan jê re gotin
beqek baz da ser kaniyekê
her di hewayê de
bû kûlîlk û ket nav avê
hemû ji Xwedê daxwaz kirin
bi ava pîroz jiyana wan paqij bike
ev daristan li ser erdê nebû
cihek bû bê bakur û bê başûr
valahiyeke keska bê rojhilat û bê rojava
tenê esmaneke fireh û gelek balindeyên ecêb
heke min bixwesta ruxsarê xwe bibînim
min li kûlîlkekê yan darekê yan çivîkekê dinêrî
me wisa xwe didît
li daristanan neynik tune ne, tenê dar hene
((li neynikê binêrî, tu xwe nabînî))
hesinkar û endazyar
çend sedsalan li pêşiya me bûn
toza dilê wan, keviran reş-reş kiribûn
gotin em ji dahatûyê hatine
em ê vê cîhana kevn nûjen bikin
ev cîhana kevn di rûpelên zerd ên
pirtûkên kevn de miriye
em wê pirtûka kevn dikin bajarê bihuştê
hesinkar gotin em bi agirê, hesinan dikin av
em xwediyê agir bi xwe ne
endazyaran nexşeyên mezin-mezin danîbûn
nimêj li ser dikirin
gotin em xelkê dahatûyê ne, me xeyaleke zêde bi xwe re aniye
pêdiviya me bi kevir û agir heye
pêdiviya projeya me bi kevir û agirê pîroz heye
di berîkên nepenî yên şevê de
di qurmiçiyên çiriyayî yên zemanî de
min nexşeyekî reş derxist.. nexşeyek bû
di nîvê şevê de hatibû xêzkirin
li aliyekî nexşeyê bi çend saetan
nêzîkî xewnê.. nêzîkî jiyanê
zarokan dilîstin û bi qelema pastîl
nexşeyê bi wêneyên xwe reng dikirin
dikeniyan û digotin: çiqas xweş e em zû mezin bibin û
mîna zilamên mezin destkarî ya nexşeya dinyayê bikin
kulîlka çilmisî her li esmanê dinêrî
wekî ku bêje hemû tiştên li ser erdê pûç in
şevekê got:
were em herin esman
min got: baskên me tune ne, gulê can!
got: esman xweş e, kes lê nîn e
tenê Xwedê lê ye... Xwedê ji kûlîlkan hez dike!
çûm bi baranê re min xwe tazî kir
di nav çîmenê şil û bi av de, min xwe tildida
çivîkan li ser pişta min xwe dişuştin
li derdora min difirîn û xwe şil dikirin
gotina kûlîlkê di xeyala min de bû.. Xwedê ji kûlîlkan hez dike
gumana min heye ku çiqas mirî
di navbera azadî û dînîtiyê de ketine
kîjan avjen dikare wan herdu avan ji hev cuda bike
divê avjenekî hov yê tazî be.
da ku tu azad bî
divê cilên xwe biavêjî
tazî wek hovê nav daristanan
divê zimanê xwe ji derewên kombûyîyên dîrokê rizgar bikî
divê hemû derewên xwe biavêjî
amaje û dengên ecêb û xerîb derxî
divê tu bibî baran da ku azad bî
eger na, derya dilopekê te qebûl nake
min ji bo azadiyê ji vî aliyê deryayê avjenî kir
gihîştim aliyê din ê deryayê
niha weke dînan li min hatiye.. hinek caran
kûlîlka çilmisî bi xeyal min ji deryayê derdixe
min dibe esman
dibêje: Xwedê ji kûlîlkan hez dike
dibêjim: çilmisiyê, di vê dînitiyê de min bi tenê nehêle
dibêje ez diçim esman
Xwedê ji kûlîlka çilmisî hez dike
azadî azadî.. peyva herî dîn e
peyvek ji valahiyê tê û hawar dike
di muzexaneyan de mîna materyalekî bihadar
wê nîşanî nezanan didin
di jiyanê de her dem hatiye kuştin azadî
tirba azadiyê tune.. nabe şehîd
bi xwe hatiye kuştin lê miriyên din dibin şehîdên wî
hemû tarmayî li derdora wê kom dibin
ji bo pîrozkirina mirinê
hemû sîber li derdora wê zikirê dikin
ji bo xurtkirina lehengiyên xwe di valahiyekê de
ku navê wê azadî ye.
zilamên dilreş wêneyan bi azadiyê re dikişînin,
wan nîşanî jinên perîşan didin.
serhildan û rûniştin li qeraxa azadiyê mehal e
serhildêr bi xemgînî li deryayê dinêre
mîna zarokan tiştên nav malê têk dide
serhildêr xewna wî ew e jiyanê fêrî azadiyê bike
lê piştî şikestinê, xewnên hovane dibîne
di biyabanekê de bi tenê li ser wê difikire ku
yan xwe bikuje yan xelkê
serhildêr ewrek e ne barana wê heye û ne jî koçê dike
perperika lal ji dûr ve xuya bû
bi baskên xwe diaxivî
baskên wê ronahiyeke kêm diweşandin
kulîlka çilmisî ya xeyalê digot:
her dema baskên perperikên lal
şewqê bidin, em dê rastî malwêraniyekê bên
perperika lal bi baskên xwe çend peyv gotin
çend caran şewq veda û winda bû
ji nişka ve bahozeke xweliya sora germ rabû
ji bo kêliyekê dinya tarî bû
ewqas germ bû min wisa hizir dikir ku em li dojehê ne
dema ronî bû, dar bûn kevir
ez bûm dareke pîr
dareke ji kevir
pir xema dilê min bû.. dil di sîngê dareke kevirîn a pîr de
dê çi jê bê û dê çi bike?
ez giriyam.. pelên min ên kevirîn ji xeman
hêdî hêdî diweşiyan
min çavê xwe vekir, min dît li ser çîmenekî kesk
dilek bi goşt û xwîneke nû ve
germ-germ lê dida.. dilê min nebibû kevir
min hawar kir: kûlîlka çilmisî min bi xwe re bibe
dilê min nebûye kevir.
Azad Subhî
Ji Soranî: Dilovan Ali