TR KU AR
FB X IG
Jiyan

DAISê êrîsa sabotajê li xeta elektrîka Kerkûkê kir: 14 saetin enerjî nîne

📅 24 mijdar 2020 21:32

PeyamaKurd – Çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê êrîşeke sabotajê li xetên enerjiyê yên elektrîkê didin parêzgeha Kerkûkê kir.

Berpirsê belavkirina elektrîka Kerkûkê Qeys Ridwanî ragihand ku ji ber êrîşa çekdaran a sabotajê 14 saet çêbûye ku elektrîka Kerkûkê nîne.

Herwiha hat diyarkirin ku ji ber qutbûna elektrîkê gelek saziyên rêveberiyê û kargeha veguhestina avê bo nava bajêr naxebitin.

Xebatên bo çêkirina xetên ku êrîşa sabotajê hatiye kirin berdewam dikin.

Parve bike: