Tirkiye
Dadgehê derbarê nerazîbûna CHPê de biryar da
Daîreya Dadê ya 36emîn a Dadgeha Temyîzê ya Herêma Enqerê, îtiraza Navenda Giştî ya CHPê ya li dijî biryara demkî ya ku derbarê Kongreya CHPê de dabû, red kir.
RûpelNews - CHPê her wiha îro li dijî biryara ji nû ve tayînkirina serokê berê yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li şûna Ozgür Ozel, serlêdana îtirazê pêşkêşî Dadgeha Bilind a Hilbijartinê (YSK) kir.
Hate ragihandin ku YSK dê ji bo nirxandina îtirazê bicive.
Di serlêdana ku ji aliyê CHP'ê ve ji YSK'ê re hatibû kirin de, hatibû tekezkirin ku biryara dadgehê ya bi dîroka 21ê Gulana 2026'an "ji aliyê naverok û yasayî ve ne pêkan e", û ku cîbicîkirina biryara dadgehê ya navborî bi awayekî pratîkî ne mimkun e.
Di daxwaznameyê de hat xwestin ku rewaîtiya hemû hilbijartinên ku di nav partiyê de bi rêbazên demokratîk hatine kirin û serokatiya hilbijartî ya piştî vê pêvajoyê were parastin.