Dadgehê biryara ji kar dûrxistina Serokê CHPê da
RûpelNews - 36emîn a Dadgeha Temyîzê ya Herêma Enqerê li ser doza kongreya partiyê ya CHP biryara xwe da û ev biryar weke tedbîreke demkî hat dayîn.
Li gor vê biryara dadgehê serokê berê yê CHPê Kemal Kılıçdaroglu, û tîma wî ya serokatiyê dê vegerin ser postên xwe û di CHP de weke berê dê bimînin.
Li gorî vê yekê, serokatiya partiyê ya heyî dê bi awayekî demkî ji postên xwe were dûrxistin.
Çi bûbû?
Şaredarê berê yê Hatayê yê CHPyî Lutfu Savaş li ser kongreya CHPê doz da vekirin û daxwaza betalkirina kongreya CHPê ya ku di 4-5ê Mijdara 2023an de hatibû lidarxistin û tê de Ozgur Ozel wek serokê partiyê hatibû hilbijartin kiribû. Di daxwaznameyê de hat îdiakirin ku îradeya delegeyan hatiye binpêkirin, û daxwaza ji kar dûrxistina serokatiya partiyê, her wiha vegerandina Kemal Kılıçdaroglu ku beriya kongreyê Serokê giştî yê CHP'e bû hat kirin.
Dadgehê biryara xwe da û ragihand û daxwaza betalkirina kongrê pejirand. Li gor biryara dadgehê Kemal Kiliçdaroglu dê wek Serokê CHPê dê dest bi kar bike, Serokê heyî yê CHP Ozgur Ozel jî ji kar dê bê dûrxistin. Hinceta biryara dadgehê jî ew bû ku di kongreyê de krîterên demokrasî, wekhevî û îradeya azad hatiye binpêkirin.