TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Dadgeha Îsraîlê parêzgarê Qûdsê û 9 kesên din serbest berda

📅 03 berfanbar 2018 20:35

PeyamaKurd - Dadgeha Îsraîlê Parêzgarê Qûdsê yê rêveberiya Filîstînê Adnan Gays û 9 endamên Tevgera Fetihê bi şertê ku heta 2 heftiyan neçin Şerîaya Rojava serbest berda.

Parêzgarê Qûdsê Gays û 9 kesên ligel wî bi hinceta ku beşdariya karûbarên ewlekariyê yên rêveberiya Filîstînê kirine û li dijî kesên milk firotine cihûyan lêpirsîn dane destpêkirin, hatibûn binçavkirin.

Dozgeriya Îsraîlê diyar kir ku dê hikûmeta Îsraîlê li dijî kiryarên wiha yên rêveberên Filîstînê têbikoşe û bi biryar e wan siza bike

Parve bike: