Dadgeha eyaletê ya Almanya ceza da berpirsekî PKK ê
PeyamaKurd – Dadgeha Bilind ya eyaleta Frankfurtê bi sedema ku berpirsê herêmê yê PKK ê ye, 4 sal û 5 meh ceza da kesê bi navê Abdullah Ö. Li gor ragihandina dadgehê Abdullah Ö. (59) bi sedema endamê rêxistinekî biyaniye, ji tebaxa sala 2019an heya niha di asta bilind de di rêvebiriya PKK ê de kar dike.
Di biryara dadgehê de hat gotin Abdullah Ö. berpirsê herêma Stuttgart, Hessen û Saarlandê ye, ferman daye kesên di bin desthilata xwe de û wan kontrol kiriye. Tevlî tevgerên propogandayê bûye, di nav rêxistinê de pere daye hev, di navbera hezîrana sala 2020an heya nîsana 2021an, ji bo rêxistinê 900 hezar Awro pere civandiye.
Di biryarê de hatiye gotin ku raporê daye kesên ji xwe û jortir û fermana wan bicîh aniye. Abdullah Ö. berê jî li Fransayê berya sala 2019an, tevlî xebatên PKK ê bûye û ji ber fînansa PKK ê 3 sal cezayê zîndanê danê.
Ji bo biryara dadgehê mafê Abdullah Ö.yê zîndanî dozgeriya federal heye ku îttîraza biryarê bikin.