TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Dadgeha Bilind a Iraqê roja rûnistina doza betalkirina hilbijartinan eskere kir

📅 05 berfanbar 2021 23:19

PeyamaKurd – Hevpeymaniya Fetih ku çend komên din û çekdarên Heşda Şeibî jî li xwe digire, ji bo betalkirina hilbijartinên Parlamentoya Iraqê yên 10ê Cotmehê hatibûn lidarxistin serlêdana dadgeha bilind a federalî kiribû.

Dadgeha Federalî ya Iraqê li ser serlêdana Hevpeymana Fetih ku îtiraz li encamên hilbijartinan kiribû daxuyaniyek da ajansa fermî ya Iraqê INAyê û roja rûniştina doza betalkirina hilbijartinan eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê Dadgeha Bilind a Federalî 13ê Kanûnê ji bo serlêdana betalkirinê dicive.

Parve bike: