TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Cotyar ji fiyeta pincara sekir ne razîne

📅 18 cotmeh 2018 17:49

PeyamaKurd- Li bajarê Bedlîsê cotyarên ku çandiniya pincara şekir dikin, ji bereketa îsal gelek razînê lê bihayê ku dewlet an şîrketên taybet dane berhema wan, jê nerazîne.

Cotyar ragihandin ku bihayê tona pincarê herî kêm 40.5 dolare lê mazota ku pê erd dajon û berhem digihînin fabrîkeyan gelek zêde ye. Kesên ku bi ava bîra erdê xwe avdidin, ji bihayê leketrîkê gazinan dikin û gelek zêde ye.

Li bajarê Bedlîsê navçeyên wê pincara şekir gelek tê çandin û gelek malbat debara xwe pê dikin.

Parve bike: