Rojhilata Navîn
CNN: Îranê êrîş kir, F-35a Amerîkî bi awayekî awarte daket
Tê ragihandin ku balafireke şer a F-35a Amerîkî di dema mîsyonekê de li ser Îranê ji ber gulebaranê zirar dîtiye û li baregeheke Amerîkî ya li herêmê bi awayekî awarte daketîye.
RûpelNews - Li gorî CNNê, ku ji rayedaran girtîye, balafir di operasyonekê de li ser qada hewayî ya Îranê hatiye armanckirin.
Balafirê zirar dîtîye lêbelê bi ewlehî li baregeheke Amerîkî ya li Rojhilata Navîn peyabûye.
Berdevkê CENTCOMê Tim Hawkins piştrast kir ku balafir "wekî beşek ji mîsyoneke şer" li ser Îranê difiriya.
Hawkins diyar kir ku balafir bi ewlehî daketiye û tenduristiya pîlot aram e.
Her wiha lêpirsînek li ser bûyerê hatiye destpêkirin.