TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Çiyayê volkanîk yê Ruangê teqiya: 838 kes ji çiya dûrkirin

📅 17 nîsan 2024 23:19

PeyamaKurd – Li welatê Endonezyayê li eyaleta Sulawesiyê çiyayê volkanîk yê bi navê Ruanê teqiya. Ji ber jiyana kesên li dora çiya ket nav xeterê, rêvebir 838 kesan ji deverê tehliye kir û dûr xist.

Navenda Kêmkirina Afatan ya Jeolojîk û Volkanolojiyê ragihand ku çiya teqiyaye, lav û terafê difûrîne, ji ber wê jî asta hawarê derxistine asta herî bilind.

Parve bike: