TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Civata Wezîrên Yekitiya Ereban bangî Îranê kir: Zirar û ziyanan qerebû bike

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 30 adar 2026 10:55
Civata Wezîrên Yekitiya Ereban di daxuyaniyekê de ragihand ku divê Îran ji ber êrîşên xwe yên li herêmê, zirar û ziyayan bi lezgînî qerebû bike.

RûpelNews - Civata Wezîrên Yekitiya Ereban derbarê şer û aloziyên di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de bi rêya înternetê civînek pêk anîn. Civîn bi serokatiya Wezîrê Derve yê Behreynê Ebdûllatîf bîn Raşîd el-Zeyanî hat lidarxistin. Di civînê de ji ber êrîşên wê rexneyên tund li Îranê hatin girtin. Ji Îranê hat xwestin ku ewil zirar û ziyana Iraqê û ya hemî welatên ku zirar gihitşinê qerebû bike. 

Piştî civînê daxuyaniyeke hevpar hat ragihandin. Êrîşên mûşekî û dronî yên Îranê yên li dijî Iraqê û hin dewletên Kendavê hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîş binpêkirina hiqûqa navneteweyî ne.

Giringîdanîna li ser aloziyên herêmî û ewlehiya deryayî

Di daxuyaniyê de herwiha piştgiriya Îranê ya ji bo komên çekdar ên li herêmê hat rexne kirin û bal kişand ser rîskên li ser ewlehiya deryayî. Bi taybetî, tê de daxwaza parastina ewlehiya deryavaniyê li Tengava Hurmuzê û avên navneteweyî hat kirin.
Civaka Erebî bang li Îranê kir ku pabendî biryarên navneteweyî bibe û êrîşên li ser keştiyên bazirganî rawestîne.

Parve bike: