Jiyan
Çînê dîyaloga parastinê ya bi Amerîkayê re betal kir
PeyamaKurd – Krîza ku ji ber serdana Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî ya Taywanê rû daye, di navbera Çîn û Amerîkayê de berdewam dike.
Çînê piştî ragihandina dorpêçan bi ser Pelosî û malbata wê de, niha jî ragihand ku wan dîyalogên hevkariyê yên dualî yên ligel Amerîkayê betal kirine.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Çînê de hatiye diyarkirin ku di warê parastinê de 3 mekanîzmeyên dîyalogê yên ligel Amerîkayê hatine betalkirin.
Herwiha wezaretê daye xuyakirin ku 5 mekanîzmeyên diyalogê yên derbarê koçberiya neyasayî, hevkariya dadwerî, tawanên derveyî sînoran, têkoşîna dijî tilyakê û guherîna avhewayê jî hatine hilawistin.