Jiyan
Çîn bi lazerê nîsan li balafirên Amerîka digre
PeyamaKurd- Balafirên Amerîka yên ku di ser Behra Pasîfîkê de difirin, ji êlûna borî heya niha, Çîn bi sîlihên lazerkî li wan nîşanê digre. Ragihandin ji aliyê malpera CNNê de hat kirin.
Her dû dewlet, di serê salê de, bi sedema ku li rojhilatê Afrîkayê, li welatê Cîbûtiyê, 2 leşkerên Amerîkayê birîndar bûn, hatibûn hemberê hev. Pentagon ragihandibû ku êrîşa lazerkî ji baregeheka nêz ya Çînê hatibû kirin bo leşkerên Amerîkî û birîndar bûbûn.
Berpirseke Amerîkî ku bo CNNa Amerîka axifî got ku ji meha êlûnê de, Çîn bi lazerê nîşan li balafirên wan digrin. Fermandarê Amerîkayê yê Hêzên Pasîfîkê Oramîral Harry Harris, ragihandibû ku bo dema dirêj, tehdîda herî mezin bo wan Çîn e.