Kurdistan
Çîn 1 mîlyar dolar dide Sri Lankayê
PeyamaKurd- Bi armanca geşepêdana Rêya Hevrîşimê ku yek rêbora wê, welatê Sri Lanka ye, dê 1 mîlyar dolar pere bidê. Sri Lanka welatekî li başûrê Asya ye.
Li gor nûçeya di televizyona Channel News Asiayê, di malpera înterneta wê de hatiye ragihandin; banka navendî ya Sri Lankayê krediya ku dê ji aliyê banka çînê de bê dayîn tesdîq kiriye. Di paşiya vê mehê de wê 500 mîlyon dolar û yê mayî wê di cotmehê de bê dayîn.
Çîn bi sedema projeyên rê û weziyeta Sri Lankayê ya erdnîgarî, wê weka hevkarê stratejîk dibîne û wê alîkariya maddî bide dewamkirin. Krediya ku dide Sri Lankayê heya 3 salan wê pere nede Çînê û piştî 3 salan salane wê 5,25 fayîz bide.