Çima kurd li Rojava wekî “erebên Sûrî” têne tomarkirin?
RûpelNews - Bi biryarnameya Serokatiya Sûrî, rê li ber kesên ku heta niha ne hemwelatên Sûrî ne da ku dîsa bibin hemwelat hate vekirin. Lêbelê kurdên ku ji bo hemwelatîbûnê serlêdanên xwe kirin di belge û nasnameyan de wekî “erebên Sûrî” hatin tomarkirin.
Biryarnameya Serokatiya Sûr pirsgirêka hemwelatîbûnê çareser nekir
Biryarnameya Serokatiyê ya Hejmar 13 bi mebesta dayîna hemwelatiyê ji kesên ku wekî 'ne-qeydkirî' tên pênasekirin û çareserkirina pirsgirêkên ku ji serjimêriya sala 1962an derketine, hate weşandin; ew hewl dide mafên bi hezaran kurdên Rojava û Sûriyê yên ku ji mafê hemwelatiyê hatine bêpar kirin, vegerîne.
Rêxistina mafê mirovan bertek nîşan da
Rêxistina civaka sivîl ya bi navê "Tora Qurbaniyên Bêwelat ya li Hesekê" ragihand ku pênasekirina kurdên ku ji bo wergirtina hevwelatîbûna Sûriyeyê serlêdan dikin wekî "erebên Sûrî" di formên fermî de, binpêkirina ruh û armancên Biryarnameya Serokatiyê ya hejmar 13an e.
Di daxuyaniya Torê de wiha hate gotin: "Ev rewş polîtîkayên kevn di bin maskeya îdarî ya nû de ji nû ve zindî dike û destwerdaneke rasterast e di mafê kesan de ku nasnameyên xwe bi azadî û bi rûmet diyar bikin."
“Ferzkirina nasnameya nijadî şaş e”
Torê tekez kir ku dayîna hemwelatiyê mafekî bingehîn ê yasayî ye û divê di çarçoveyeke bêalî de were pêkanîn, bêyî ku bibe sedema ferzkirina nasnameyeke nijadî an çandî ya şaş.
Torê, bang li hikûmeta Sûriyê kir ku di zûtirîn dem de formên fermî sererast bike û hemû pênaseyên berê yên ferzkirî rake. Torê, her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), saziyên pêwendîdar û rêxistinên mafên mirovan kir ku çavdêriyeke nêzîk li ser cîbicîkirina Biryarnameya Serokatiyê ya Hejmar 13 a sala 2026an bikin.
“Kurdan bi darê zorê dikin ereb”
Serlêderên kurd di formên fermî de wekî "erebên Sûrî" têne qeydkirin, her çend nav û nasnameya wan a kurdî bi awayekî eşkere zelal e. Çalakvan û rêxistinên mafên mirovan tekez dikin ku ev "pênaseya ferzkirî" naveroka biryarnameyê pûç dike. Li şûna ku dawî li polîtîkayên cudakariyê bîne, bi rêya "erebkirina" îdarî û bi darê zorê nasnameyê ji nû ve hildiberîne.