Cîhangirî: Amerîka dixwaze xelkê daxîne kolanan
PeyamaKurd- Yekemîn cîgirê serokkomarê Îranê Cîhangirî ragihand ku Amerîka dixwaze aboriya Îranê biroxîne û xelkê bi vê rêyê daxîne kuçe û kolanan.
Îshaq Cîhangirî li bajarê Îsfahanê di merasima vekirina derekê de, di axaftina xwe de bertek nîşanî Amerîka da ku dorpêçê daniye ser Îranê. Cîhangirî got ku wezareta Xezînê ya Amerîkayê bûye odeyeka şerê aboriyê û weha got:
“Amerîka bi Çînê re hetta bi hevalbendên xwe re ketiye nava şerê aboriyê.”
Cîhangirî got ku Amerîka, Îsraîl û Erebistana Si’ûdî, bo hedefên xwe yên li Îranê pêkbînin, bi hev re tevdigerin. Dixwazin îxracata petrola Îranê bînin sifrê lê heya ji Îranê were, wê firotina petrolê zêde bike.
Cîhangirî dixwaze bo bikaribe bi Amerîkayê re têbikoşin, malên welatê xwe hilberînin û tiştên weka wan yên ku ji derve tên welatê wan, qedexe bikin.