Cîgirê Serokê DYAyê: Wextê ku ji Îranê re hatiye dayîn îro dest pê dike
RûpelNews - Di daxuyaniyekê de derbarê hevdîtinên bi Îranê re, Vance got, "Pêvajoya 60 rojî îro dest pê dike." Daxuyanî piştî lihevkirineke di navbera DYA û Îranê de hat ku armanca wê bidawîkirina şer û danîna bingeha peymaneke berfireh e. Li gorî şertên peymanê, tê payîn ku alî danûstandinên teknîkî bikin.
Derbarê bernameya mûşekî ya Îranê de, Vance got ku yek ji şertên peymana dawî dê ew be ku Îran 'divê xwedî kapasîteyên mûşekî nebe'.
Vance got, "Wekî beşek ji peymana dawî, em li bendê ne ku Îran xwedî mûşekên ku bikaribin cîhanê bi tevahî bixin xeterê nebe."
Civîna yekem sibe li Swîsreyê ye
Swîsreyê ragihand ku danûstandinên yekem ên li ser cîbicîkirina peymana ku di navbera DYA û Îranê de hatiye îmzekirin, dê sibe li Bürgenstockê bên kirin. Ji bilî şandeyên ji Îran û DYAyê, welatên navbeynkar Pakistan û Qeter jî dê beşdarî civînê bibin.
Swîsreyê berê ragihandibû ku danûstandinên yekem ên cîbicîkirinê yên derbarê peymana ku di navbera DYA û Îranê de hatibû îmzekirin, dê sibê li bajarokê Bürgenstock, li kantona Nidwaldenê, werin lidarxistin.
Peymana 14-xalî
Îran û DYA ragihandibûn ku, piştî danûstandinên ku bi navbeynkariya Pakistanê hatin kirin, di 14ê Hezîranê de gihîştine peymaneke 14 xalî ku armanca wê bidawîkirina şer û çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên dîplomatîk e.
Belgeya ku wekî "Peymana Îslamabadê" tê zanîn, di 18ê Hezîranê de piştî ku ji aliyê Serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan û Serokê DYAyê Donald Trump ve bi awayekî dîjîtal hate îmzekirin, ket meriyetê.
Peyman bendên wekî agirbest, ji nû ve vekirina Tengava Hurmuzê, rakirina blokeyên deryayî û kêmkirina aloziyên herêmî di nav xwe de dihewîne.
Tê payîn ku pêvajoyeke danûstandinê ya 60 rojî dest pê bike
Piştî peymanê, tê payîn ku alî li ser mijarên wekî bernameya navokî ya Îranê û rakirina cezayan dest bi pêvajoyeke nû ya danûstandinê ya 60 rojî bikin. Armanca pêvajoyê ew e ku bingeha peymaneke dawî deynê.