CHP li Amedê komxebatekê li dar dixe; Kılıçdaroğlu jî dê beşdar bibe
RûpelNews - Serokê Rêxistina Bajêr a CHPê ya Amedê Sertaç Eke derbarê rojeva bajêr û siyaseta neteweyî de nirxandin kirin.
Eke bi bîr xist ku hejmara endamên partiyê li Amedê ji 9 hezar û 500î derketiye 9 hezar û 800î û diyar kir ku îdîayên derbarê parçebûna CHPê de rastiyê nîşan nadin.
Eke diyar kir ku piştî damezrandina partiyeke siyasî ya nû, herçend nêzîkî 300 kes ji CHPê îstifa kiribin jî, hejmareke wekhev endamên nû tevlî partiyê bûne.
Eke got, "Wisa tê nîşandan ku partî parçe bûye. Rewşeke wiha nîne. Hejmara kesên ku piştî avakirina partiya nû ji partiya me îstifa kirine, derdora 300 kesî ye. Me bi qasî hejmara kesên ku îstifa kirine, endamên nû tomar kirine. Eger tenê fikara me hejmara endaman bûya, me dikaribû her roj bi sedan kes tomar bikira. Lê belê, wekî partî, tenê fikar û armanca me ew e ku em çareseriyê ji bo pirsgirêkên rastîn ên gel bibînin."
Derbarê pirsgirêka kurd de raporek hat amadekirin
Eke da zanîn ku rêxistina bajêr a Amedê derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd de raporek amade kiriye û pêşkêşî Navenda Giştî ya CHPê kiriye; herwiha wî bal kişand ser pêşnûmeya çarçoveyê ya ku niha li Parlamentoyê tê nîqaşkirin.
Eke girîngiya çareserkirina pirsgirêkê bi rêbazên demokratîk û ne bi rêya şerê çekdarî anî ziman û got, "Di vî warî de, em girîngiyê didin wê pêşnûmeya çarçoveyê ya ku niha li Parlamentoyê tê nîqaşkirin. Çareserkirina vê pirsgirêkê li derveyî çarçoveya şerê çekdarî, tiştek e ku em hemû dixwazin."
Komxebat dê di meha Îlonê de were lidarxistin
Eke ragihand ku ew ê di meha Îlonê de li Amedê derbarê pirsgirêka Kurd de komxebatekê li dar bixin û diyar kir ku ew ê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kılıçdaroğlu jî vexwînin wê çalakiyê.
Eke got, "Em ê di meha Îlonê de derbarê pirsgirêka kurd de komxebatekê li dar bixin. Em ê Serokê xwe Kemal Kılıçdaroğlu jî vexwînin wê komxebatê."