Rojhilata Navîn
3 balafirên şer ên Amerîkî li Kuweytê ketin
Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê ragihand ku, 3 balafirên şer ên Amerîkayê ketin.
RûpelNews - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku sê balafirên şer ên F-15 li Kuweytê ji ber guleya ‘hevpeymanan’ketine.
Guleya hevalbendiyê an şaşîtî?
CENTCOMê diyar kir ku balafir "bi xeletî" ji aliyê sîstemên parastina hewayî yên Kuweytê ve hatine lêdan. Hat destnîşankirin ku lêpirsînên derbarê sedema bûyerê de berdewam dikin.
Firovekevan sax in
Her şeş endamên ekîbê bi saxî bi kursiyên xwe yên avêtinê ji balafirê derketin. Hat ragihandin ku rewşa firokevann baş e.
Piştgiriya Kuweytê
Artêşa Kuweytê her wiha piştrast kir ku di saetên serê sibê de çend balafirên şer ên Amerîkî ketine û ragihand ku hemû firokevan hatine rizgarkirin.
Di saetên serê sibê de, wêneyên ketina balafirên F-15 in, li ser medyaya civakî hatin parvekirin.