Cenazeyê siyasetmedarê kurd Eyup Alacabey li Dêrikê hat veşartin
RûpelNews - Yek ji pêşeng û têkoşerê doza azadî û serxwebûna Kurdistanê, damezrêner û rêvebirê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Eyup Alacabey, şeva 24ê Gulanê li Stockholm a paytextê Swêdê, ji ber nexweşîya penceşêrê koça dawî kiribû.
Cenazeyê Eyup Alacabey, ji aliyê girseyeke mezin ve li balafirgeha Mêrdînê hat pêşwazîkirin û li gotistanê gundê Kalokê yê Dêrikê bi axê hat spartin.
Gelek siyasetmedar, nûnerên saziyên civaka sivîl û welatî ji bajarên derdor û derveyê welêt beşdarî merasîma oxirkirina Alacabey bûn.
Ala Kurdistanê li ser gora wî hat danîn
Gora Alacabey bi Alaya Kurdistanê hate pêçan. Telqîna wî bi kurdî hate xwendin.
Serokê Rêveberiya Mêrdînê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Nezîr Gelerî kurte axaftinek kir. Ji bo şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin û Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk di derbarê jîyan, têkoşîn û xebata Eyup Alacabey de axivî. Li ser navê malbatê jî Nûjîn a keça Eyup Alacabey, axaftinek hestyar kir û spasîya hemû beşdaran kir.