Cenazeyê PKKîyekî bi kargoya PTTê hat sandin
PeyamaKurd – Bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Dersîmê, piştî 3 salan cenazeyê Agît Îpekê PKKyî ku 23yê Gulana 2017an di operasyoneke artêşa Tirkiyê de can dabû, bi pakêteke kargoyê radestî malbatê hat kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê cenazeyê Agît Îpek (Kemal Berxwedan) ê HPGyî (Baskê PKKê yê leşkerî) ku di operasyona 23yê Gulana 2017an de li Girê Xelasor a Dersîmê jiyana xwe ji dest dabû, 3 sal şûnde ji mallbatê re hat şandin.
Serdozgeriya Komarê ya Dersîmê, piştî encama testa DNAyê ya li Tiba Edlî ya Stenbolê bi kargoyê hestî xistin pakêtekê û bi rêya PTTê ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re şand.
Cenazeyê Agît Îpekê ku di 2yê Adarê de ji Dersimê şandin Amedê, îro teslîmî malbata Îpek a li taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê rûdinê kirin. Di gulana 2019’an de rayedar li malbatê geriyan û diyar kirin ku cenazeyek hatiye dîtin. Li ser vê yekê malbat çû Dêrsimê û ji bo testa DNA’yê xwîn dabûn.
Malbata Îpek, ji bo cenazeyê kurê xwe Agît Îpek li Gundê Pizyan ê Navçeya Artûklû ya Mêrdînê defin bikin bi rê ketin.