TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Çekdarên girêdayî Tirkiyê 2 zarok ji navçeya Sêrawayê revandin

📅 30 adar 2022 14:01

PeyamaKurd Çekdarên girêdayî Tirkiyê li Efrînê 2 zarok ji navçeya Şêrawayê revandin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, çekdarên ser bi Tirkiyê ve, 2 zarok ji gundê Xezewiyê yê navçeya Şêrawa revandin, da ku di berdêla berdana wan de fîdyeyê ji malbata wan bistînin.

Zarokên hatine revandin, Zeyneb Elî Xelîl (7) salî û Ibrahîm Ehmed Îbrahîm ê (9) salî ne.

Her du zarok di 27ê Adarê de hatine revandin û heta niha çarenivîsa wan nediyar e.

Parve bike: