TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Çekdarên girêdayî Tirkiyê 2 welatî revandin

📅 23 tebax 2022 10:00

PeyamaKurd – Çekdarên girêdayî dewleta Tirkiyê, 2 welatî ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê revandin.

Çavkaniyên xwecihî yên navçeya Cindirêsê ya Efrînê diyar kirin, çekdarên girêdayî dewleta Tirkiyê, 2 welatiyên ji gundê Aşkê rojava û gundê Hemîlkê revandin.

Herwiha heman çavkaniyan eşkere kirin, kesên hatine revandin Mihemed Seydo yê 65 salî û Îbrahîm Hesen yê 56 salî ne.

Hat ragihandin ku çekdaran kesên revandin ber bi cihekî nediyar ve birin û heta niha çarenûsa wan nayê zanîn.

Parve bike: