TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Çekdarên DAISê û hêzên hikûmeta Sûriyê ser kirin: Gelek kustî û birîndar hene

📅 14 cotmeh 2022 11:00

PeyamaKurd – Li navçeya Diwêr û Eşare li Badiyeya Bûkemalê li rojavayê Dêre Zorê, çekdarên DAIŞê û hêzên hikûmetê şer kirin û di encamê de 9 serbaz û çekdarên alîgirên hikûmetê, herwiha 3 çekdarên DAIŞê û 3 sivîl hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) diyar kir, roja 13ê Cotmehê li navçeya Diwêr û Eşare li Badiyeya Bûkemalê li rojavayê Dêre Zorê, şerekî giran di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên hikûmetê de derket, di encamê de 9 serbaz û çekdarên alîgirên hikûmetê, herwiha 3 çekdarên DAIŞê û 3 sivîl hatin kuştin.

Heman çavkanî eşkere dikin ku hejmareke zêde ya birîndaran jî heye ku hinek ji wan birînên wan giran in.

Parve bike: