TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Çekdaran motorsiklêta gundiyekî dizî û bi guleyan jî gelek kes birîndar kirin

📅 20 îlon 2020 22:25

PeyamaKurd - Li bajarê Serêkaniyê yê ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve hatiye digirkirin, çekdaran motorsiklêteke xelkê deverê dizî û piştre jî gule bi ser wan de reşand.

Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî, çekdaran li Serêkaniyê motorsikleteke kesekî ji gundê Elokê dizî û piştî nerazîbûna xelkê li hember vê yekê jî gule bi ser wan de reşand ku tê ragihandin hejmarek sivîl birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku rewşa hin birîndaran giran e û derbasî Tirkiyê hatine kirin û hinek ji wan jî rakirine nexweşxaneya Serêkaniyê.

Parve bike: