TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Çarçoveya Hevahengî bi Kazimî re civiya û biryara avakirina komîsyonekê da

📅 17 hezîran 2022 15:37

PeyamaKurd – Çarçoveya Hevahengîyê ya ku ji aliyên siyasî yên Şîeyên Iraqê hatiye pêkanîn û hewldana damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê dike, bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re civîya.

Hat ragihandin ku şandeke Çarçoveya Hevahengiyê bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re civiya û li gorî daxuyaniya piştî civînê, di hevdîtinê de mijarên ewlehî û siyasî bi Kazimî re hatine axaftin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di beşa duyem a civînê de jî kêşeyên siyasî yên Iraqê hatine gotûbêjkirin û biryar hatiye dayîn, ji bo danûstandinên ligel aliyên din ên siyasî, komîsyonek were avakirin.

Parve bike: