Çar şaredarên din tevlî AK Partiyê bûn
RûpelNews - Lijneya Biryar û Rêveberiyê ya Navendî ya AK Partiyê di bin serokatiya Serokomar û Serokê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan de civiya. Piştî civînê, Berdevkê Partiyê Omer Çelik ragihand ku çar şaredar tevlî partiyê bûne.
Navên kesên ku tevlî AK Partiyê bûne ev in: Saniye Bora Fiçi, Şaredara Foçayê ya li Îzmîrê; Şeref Guleser, Şaredarê Felahiyeyê yê li Kayseriyê; Mustafa Dursun, Şaredarê Akkişlayê yê li Kayseriyê; û Burhan Sayilgan, Şaredarê Sunguyê yê li Mûşê. Fiçi, Guleser û Dursun ji CHPê derbasî AK Partiyê bûne, lê Sayilgan ji Partiya Jinûve Refahê derbas bûye.
Ew li Foçayê bi rêjeya ji sedî 49.6ê dengan wek namzeda CHPê di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an de wek Şaredara Foçayê hat hilbijartin. Bi derbasbûna Şaredara Foçayê Saniye Bora Fiçi bo AK Partiyê hejmara şaredariyên li Îzmîrê yên di bin rêveberiya AK Partiyê de derket sêyan.
Fiçi di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an de wek namzeda CHPê bi rêjeya ji sedî 49.6 wek Şaredara Foçayê hatibû hilbijartin. AK Partiyê di wê hilbijartinê de li Foçayê namzed dernexistibû; namzedê MHPê Taner Acar, ji sedî 39.52 deng wergirtibû.
Piştî civîna Lijneya Biryargirtin û Rêveberiyê ya Navendî ya AK Partiyê nîşanên partiyê dan Fiçi û şaredarên din.