TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Buldan: Ji bo vegera PKKyiyan yasa tê amadekirin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 28 gulan 2026 17:17
Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Parti Pervin Buldan ragihand di çarçoveya proseya aştiyê de amadekariya yasayeke ku ji 7 an 8 salan pêk tê tê kirin û bi vê yasayê endamên PKK dê vegerin Tirkiyeyê yan jî dikarin herin welatekî din.

RûpelNews - Cîgira Seroka Parlamentoya Tirkiyeyê û Endama Şandeya Îmrali ya DEM Parti Pervin Buldan li Wanê beşdarî bernameya cejnê ya partiya xwe bû û li vir qala pêvajoya aştiyê kir.

Pervin Buldan da zanîn 24ê Gulanê li girava Îmraliyê ligel Abdullah Ocalan bi qasî 3 saet hevdîtin kirin û di hevdîtinê de zêdetir behsa yasaya ku ji bo proseyê dê bê derxistin kirin.

"Yasayeke ji 7 an 8 xalan pêk tê tê amadekirin"

Buldan diyar kir Tirkiye dikeve proseyeke nû û wiha got: Yasayeke nû tenê ji bo carekê dê bê derxistin ku ev jî ji 7 an 8 xalan dê pêk were. Endamên PKK ji vê yasayê wê îstîfade bikin û pê dikarin vegerin Tirkiyeyê yan jî bixwazin dikarin herin welatekî din û vegerin."

"Pêşnûmaya yasayê pêşkêşî Ocalan dê bê kirin"

Buldan diyar kir piştî cejnê hevdîtinên xwe ên siyasî dê zêdetir bikin û plana wan ew e ku pêşnûmaya yasayê di demeke herî kurt de were amadekirin û pêşkêşî Ocalan dê bikin. Buldan got: Ji bo ku ev yasa di nava meh û nîvekê de beriya parlamento were girtin bê derxistin hevdîtinan dê bikin.

 

 

Parve bike: