TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Brîtanya hişyarî da Îranê: Em vebijarka serbazî red nakin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 02 nîsan 2026 19:49
Wezîra Derve ya Brîtanyayê Yvette Cooper peyamek tund da Komara Îslamî ya Îranê û ragihand ku ji bo vekirina Tengava Hurmuzê, Brîtanya vebijarka bikaranîna hêza serbazî red nake.

RûpelNews - Yvette Cooper, îro Pêncşemê 2yê Nîsana 2026an di civîna "Hevpeymaniya Hurmuz" de li Londonê diyar kir ku niha bala wan li ser dîplomasî û zextên aborî ye, lê hişyarî da Tehranê ku ji bo parastina azadiya deryawanî, "parastina bikom" û bikaranîna şiyana serbazî wekî vebijarkek li ser maseyê ye.

Wezîra Brîtanyayê û helwesta Îranê ya li hemberî krîza dawî şermezar kir û got:

"Hengavên Tehranê ziyaneke mezin gihandiye ewlehiya aboriya cîhanê."

Parve bike: