TR KU AR
FB X IG

Brîtanya | Encûmena Kensingtonê Koçer Bîrkar xelat kir

📅 30 hezîran 2019 18:11

PeyamaKurd – Akademisyenê Kurd Prof. Dr. Koçer Bîrkar ku xelata matematîkê ya herî girîng li cîhanê ya Fields Medalê sala borî standibû, ji aliyê Encûmena Şaredariya Kensington a Londonê ve jî hat xelat kirin.

Bîrkarê ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye û li Hewlêrê jî ji aliyê Zanîngeha Kurdistanê ve doktoraya fexrî wergirtiye doh 29ê Hezîranê li eywana Encûmena Şaredariya Kensingtonê ‘Xelata Gel’ bi merasîmekê wergirt.

— yasar karadogan (@yekitigulbaran) June 29, 2019

Koçer Bîrkar xelata xwe ji destê endama lijneya xelatê Şehen Sabirî wergirt.

Sabirî diyar kir ku ew xelat bo kesayetên xizmetên serbilindî bo gelê xwe dikin tê dayîn ku Bîrkar jî ji bo gelê Kurd û berjewendiyên wan serê Kurdan li cîhanê bilind kiriye.

Parve bike: