TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Brîtanya: “Bila Îran garantî bike ku kestî dê neçe Sûriyê”

📅 14 tîrmeh 2019 00:18

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Brîtanyayê Jeremy Hunt, bi wezîrê karên derve yê Îranê re, bi rêya telefonê axifî û got; eger Îran garantî bide dê ew tankêra petrolê ya ku li Cebelîtariqê girtiye ya bi navê Grace 1 ê, neçe Sûriyê, dê tankêrê serbest berdin.

Jeremy Hunt got ku wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf jê re gotiye ku Tehran dixwaze mesele hel bike û naxwaze mezin bike. Hunt ragihandinê di ser hesabê xwe yê twitterê de weha kir:

“Ez bi wezîrê karên derve yê Îranê re bîstek berê axifîm. Axaftineka erênî bû. Bo me negirînge petrola di tankêra Grace 1 ê ji ku derê tê. Ya girîng ew e ku bi ku de diçe? Eger garantî bikin ku neçe Sûriyê û temînat bidin, bi prosudura qanûnî re em ê tankêrê serbest berdin.”

Tehran red dike ku petrola xan bo Sûriyê neqil dike.

Parve bike: