TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Bombeya bermayîya DAISê teqiya: 4 zarok birîndar bûn

📅 17 cotmeh 2021 21:00

PeyamaKurd - ​​​​​Li gundê Til Sosîn ê navçeya Ehdasê ya Şehba ya herêma Efrînê bombeyeke bermayîya terorîstên DAIŞê ku berê danîbûn teqiya û 4 zarok birîndar bûn.

Hat zanîn ku navên zarokên birîndar; Diyar Mihemed Ebdo (15), Îshaq Îbrahîm Tarî (13), Nabo Erabo Erabo (14) û Serhed Mihemed Tarî ne.

Zarokên ku birîndar bûne bo nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê hatin veguhestin ku li gorî zanyariyan birînên wan giran in.

Parve bike: