TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Biryarnameya nû ji Donald Trump ji bo Tom Barrackî

Emin Aba
Koordînator
📅 31 gulan 2026 18:39
Serdema peywirê ya Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê Tom Barrack qediya bû, lê ew ji peywirê nehat girtin; bi berfirehkirina qada wî ya erkê, ew wekî Nûnerê Taybet ê Serokatiyê yê Sûriye û Iraqê hat erkdarkirin.

RûpelNews - Piştî ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio daxuyand ku serdema peywirê ya fermî ya Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Tom Barrack qediyaye, Serok Donald Trump derbarê mijarê de daxuyaniyekî nû da. Trump di daxuyaniya xwe ya fermî de diyar kir ku mîsyona dîplomatîk a Barrack a li herêmê ne bi dawî lê li ser bingeheke stratejîk berfireh bûye û Iraq jî li pênaseya peywira wî hatiye zêdekirin.

Li gorî vê, Tom Barrack dê ligel peywira xwe ya Balyozê Tirkiyeyê, bi sernavê "Nûnerê Taybet ê Serokatiyê yê Sûriye û Iraqê" xebatên xwe bimeşîne. Trump bal kişand ser wê yekê ku Barrack dê di nav rêveberiyê de rolên girîng bileyize û destnîşan kir ku ev gav armanc dike ku hevkariya stratejîk a bi hikûmetên Sûriye û Iraqê re kûrtir bike.

Di dîplomasiyê de berdewamiya stratejîk

Trump kêfxweşiya xwe ya ji performansa Barrackî ya heta niha anî ziman û destnîşan kir ku ew amadebûna Barrackî ya ji bo xizmeta welêt bi hurmet pêşwazî dikin. Tê pêşbînîkirin ku Barrack, bi piştgiriya temamî ya Wezareta Derve yê Amerîkayê, bi vê erkdariy nû ve bibe, muxatabê sereke yê koordînasyona stratejîk a di navbera Enqere, Şam û Bexdayê de.

Serdemeke nû di têkiliyên herêmî de

Ev erkdarkirin, piştî daxuyaniya Wezîrê Derve Rubio ya bi naveroka "serdema peywirê qediya" hat, nîşan dide ku Washington li şûna ku di polîtîkayên xwe yên Rojhilata Navîn de guhertinekê bike, dixwaze kanalên dîplomatîk ên heyî bi rêya Tirkiyeyê bike avahiyeke navendî û xurtir. Peyama Trump a "têkiliyên me mezin dibin" wekî nîşaneya wê yekê tê nirxandin ku di pêvajoya pêş de giraniya Tirkiyeyê ya di dîplomasiya herêmî de zêdetir bibe.

Parve bike: