TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Biryara Îranê ji Joe Biden!

📅 11 adar 2023 15:01

PeyamaKurd – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden biryar da ku "rewşa awarte ya neteweyî" ya ji Îranê derketiye, dirêj bike ku gef e li ser ewlehiya neteweyî.

Koşka Spî ragihand, Biden ji Kongres agahdar kiriye ku ew ê biryarnameya serokatiyê ya li ser "rewşa awarte ya neteweyî" ya ku di sala 1995an de hatiye ragihandin, dirêj bike ji bo rûbirûbûna gefên li ser ewlehiya neteweyî, siyaseta derve û aboriya Amerîkayê ji kiryarên dewleta Îranê.

Biden diyar kir, “Belavkirin û pêşxistina moşek û çekên asimetrîk û konvansiyonel ji aliyê Îranê ve, êrîşên li herêmê ji ber piştgiriya wê ji komên têrorîst û kiryarên ziyanker ên Artêşa Pasdarên Şoreşê û alîgirên wê, berdewam bû gefeke "neasayî û awarte" li ser ewlehiya neteweyî, siyaseta derve û aboriya Amerîkayê.

Ji ber van sedeman Biden destnîşan kir, divê Rewşa Awarte ya ku di 15ê Adara 2023an de bi dawî bû, piştî vê dîrokê jî di meriyetê de bimîne.

Parve bike: