TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Birîn hê sax nebûye: Barzanî ji bo edalet û vegera Şengalê bang kir

📅 03 tebax 2026 10:37
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya 12emîn salvegera êrîşên DAIŞê yên li ser Êzidiyan, bi rêya platforma medyaya civakî Xê peyamek belav kir. Barzanî destnîşan kir ku van bûyeran di bîra gelê kurd de şopên kûr hiştiye û banga avakirina ewlehiyê li Şengalê, lezgînekirina hewldanên jinûveavakirinê û vegera Êzidiyên koçberbûyî bo ser malên wan kir.

RûpelNews - Di peyama xwe de, Barzanî diyar kir ku komkujî, kuştinên komî, kolekirina jin û keçan, û wêrankirina cihên îbadetê yên li dijî Ezidiyan, wekî "birîneke vekirî di dil û canê gelê kurd de" berdewam dikin.

Barzanî destnîşan kir ku tevî derbasbûna 12 salan jî, Êzidî hîn jî berdêla rikberiyên siyasî û hebûna komên çekdar ên neqanûnî li herêmê didin û tekez kir ku divê dawî li vê rewşê were anîn.

Banga cîbicîkirina Peymana Şingalê

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku divê ewlehî li Şingalê were vegerandin, pêvajoya jinûveavakirinê were lezkirin, û Pêymana Şingalê, ya ku di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye îmzekirin, divê were cîbicîkirin.
Barzanî her wiha tekezî li ser girîngiya vekişandina komên çekdar ên neqanûnî ji herêmê û afirandina şert û mercan ji bo vegera bi ewle ya Ezidiyên koçberbûyî bo malên wan kir.

"Hewldanên ji bo dîtina kesên windabûyî dê berdewam bikin"

Barzanî diyar kir ku tîma di bin serokatiya Herêma Kurdistanê de dê hewlên xwe ji bo eşkerekirina çarenûsa Ezidiyên revandî û rizgarkirina wan heta ku kesê dawî yê windabûyî were dîtin, bidomîne.
Wî her wiha diyar kir ku hewldanên dîplomatîk dê berdewam bikin da ku sûcên ku ji aliyê DAIŞê ve li dijî Ezidiyan hatine kirin, di asta navneteweyî de bi tevahî wekî "komkujî" bên naskirin.

Spas ji bo gelê Duhokê û hêzên Pêşmergeyan

Di peyama xwe de, Barzanî herwiha spasiya gelê Duhokê û Badînanê kir û pesnê hevgirtina ku ji aliyê xelkê herêmî ve bi vekirina mal, dibistan û cihên xwe yên îbadetê ji bo Êzidiyên ku di rojên herî dijwar de koçber bûbûn, da.

Barzanî her wiha rêz li ber berxwedana civaka Êzidî girt û bîranîna hêzên Pêşmerge yên di bin fermandariya Serokê wê demê yê Herêma Kurdistanê Serok Mesud Barzanî, bi bîr anî. Barzanî, di bîranîna têkoşîna Pêşmergeyan a li dijî DAIŞê de, rêz û hurmetek mezin pêşkêşî wan kesan kir ku di rizgarkirina Şengalêê û di parastina rûmeta gel de jiyana xwe ji dest dane.

Parve bike: