BILEZ: 4 Serbazên Amerîkî canê xwe ji dest da
RûpelNews - Di daxuyaniyekê de ku li ser platforma Xê derbarê bûyerê de hat weşandin, CENTCOMê ragihand ku ji şeş endamên tima balafirê çar ji wan jiyana xwe ji dest dane.
Daxuyaniyê piştrast kir ku firokeyeke dagirtina sotemeniyê ya Amerîkî ya ji cureyê KC-135 li rojavayê Iraqê ketiye xwarê. Hat ragihandin ku ji şeş kesên di balafirê de çar ji wan canê xwe ji dest dane.
Di parvekirinê de ev daxuyanî hatin dayîn: "Hîn li ser çawaniya bûyerê lêkolîn tên kirin. Li gorî daxuyaniyên fermî, qeza ne ji ber guleya dijmin an jî ya hevalan çêbûye. Nasnameyên leşkeran dê 24 saetan piştî agahdarkirina malbatên wan bên eşkerekirin."
Di heman demê de, di daxuyaniyeke ku ji aliyê Îranê ve hat dayîn de, hat îdiakirin ku balafir ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye xistin.