Aborî
Bihayê petrola xam daket bịn 80 dolarî
Bihayê petrola xam a Brent, piştî ragihandina peymana Amerîka û Îranê daket bin 80 dolarî.
RûpelNews - Peymana di navbera Amerîka û Îranê de hat ragihandin li ser aboriyÊ jî reaksiyonekê nîşan da. Piştî ragihandina peymanê bihayên neftê bi awayekî tund daketin.
Bihayê pêşerojê yê petrola xam a Brent ku duh bi 83.17 dolarî girtibû, îro di saet 15:41an de daket 79.63 dolarî. Di heman demê de, bihayê bermîlek petrola xam a West Texas Intermediate (WTI) 76.96 dolar bû.
Bi vî awayî, petrola xam a Brent gihîşt asta xwe ya herî nizm a ji 4ê Adarê heta îro.
Ligel peymana Amerîka û Îranê ku armanca wê bidawîkirina şerê her Amerîka-Îsraîl û Îranê ye, destpêkirina çûnûhatinê li Tengava Hurmuzê ev hemû rûdan dibe sedema daketina bihayên neftê.