TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Biden û Kazimî îro li ser çarenivîsa hêzên Amerîkayê civînekê li dar dixin

📅 26 tîrmeh 2021 10:01

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Serokê Amerîkayê Joe Biden, îro ji bo çarenivîsa hêzên Amerîkayê gotûbêj bikin dicivin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, do roja Yekşemê 25.07.2021ê bi serdaneke fermî gihişt Amerîkayê.

Biryar e îro roja Duşemê 26.07.2021ê, Mistefa Kazimî li Koşka Spî bi Joe Biden re bicive.

Rêkeftina ewlehiyê ya stratejik û pêwendiyên Bexda û Washingtonê ligel vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê, girîngtirîn mijar in di civînê de.

Hefteya borî danûstandina stratejik di navbera Amerîkayê û Iraqê destpê kiribû.

Parve bike: