Biden: Îhtimal kêm e ku mosek ji Rûsyayê hatiye avêtin
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden di daxuyaniyekê de di derbarê moşeka li ser Polonyayê ket de axivî û diyar kir, ew nikare di derbarê rewşê de tiştekî zelal bibêje, lê agahiya yekem ku wan bidest xistiye, îhtîmala avêtina moşekê ji aliyê Rûsyayê kêm e.
Li gor zanyariyan, Serokê Amerîkayê Joe Biden piştî nûçeya ku moşekek li ser axa Polonyayê ketiye, li Balî ku ji bo Lûtkeya Lîderên G20ê amade bû, bi rêberên cîhanê re hevdîtin kir.
Herwiha Biden piştî hevdîtinê ji rojnamevanan re daxuyanî da û sersaxî ji xizmên kesên ku di bûyerê de can dane re xwest û got, "Me (bi rêberan re) li hev kir ku di lêkolîna teqîna li ser axa Polonyayê ya li ser sînorê Ukraynayê de piştgiriyê bidin Polonyayê. Lêpirsîn berdewam dike, em ê bi hev re bixebitin û pêngava xwe ya pêş de diyar bikin."
Di berdewamiyê de Biden da zanîn, di dema ku Civîna Bilind a G20 a li Baliyê dewam dikir jî, Rûsyayê êrîşî binesaziya krîtîk a Ukraynayê kir û got, "Tişta ku Rûsyayê kiriye bi tevahî bêwijdanî ye."
Rojnamevanekî got: “Gelo hê zû ye ku mirov bibêje moşek ji Rûsyayê hatiye avêtin? Biden bersiv da û got, "Daneyên ewil ên ku di destê me de ne, vê encamê nadin. Heta ku lêkolîn neqede ez nikarim teqez bibêjim, lê îhtimal kêm e ku moşek ji Rûsyayê hatiye avêtin."