TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Bi teqemeniyê êrîsê kestiya Îranê ya konteynirê kirin

📅 12 adar 2021 22:30

PeyamaKurd – Berdevkê şîrketa keştiyariyê ya dewleta Îranê Alî Xiyasiyan bo çapemeniyê ragihandiye; keştiya Îranê ya ku barê konteyniran hildigirt, dema di 10 ê mehê de di Derya Sipî de diçû Awrûpayê, bi teqemeniyê êrîşê keştiyê kirine û di gewda keştiyê de xesar çêbûye.

Berdevk, êrîşa ser keştiya Îranê weka êrîşa terorê binav kir. Dema êrîşê keştiyê dikin agir bi keştiyê dikeve lê di wextekî kurt de agir vedimrînin û ti zerar negahiye xebatkarên di keştiyê de. Xiyasiyan weha got:

“Bûyerên weha ew bûyerên korsanên deryayê ne ku li dijî hûqûqa navdewletî tên kirin. Bo êrîşker bên tesbîtkirin wê lêkolîna hûqûqî bêkirin.”

Parve bike: