TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Bi sedema PKK/KCK ne 3 kes hatin zîndanîkirn

📅 26 nîsan 2022 00:01

PeyamaKurd – Li bajarê Agiriyê li navça Bazîdê bi serpereştiya serdozgeriya Bazîdê, bi sedema “endamê PKK/KCK ê ne” û “yekîtiya dewletê û welat xerab dikin”, li 4 navnîşanan lêgerîn hat kirin.

Di encamê de hêzên asayîşê kesên bi navên G.Ö, B.Ö û M.T xistin binçav. Li baregeha asayîşa navça Bazîdê îfadên kesên navborî hatin girtin û wan şandin edliyê. Her sê gumanbar ji aliyê dadgerê sulh-cezayê de, bi biryara zîndanîkirinê hatin girtin û wan şandin zîndanê.

Parve bike: