TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Bi gumana endamtiya PKK ê 3 kesan xistin binçav

📅 12 nîsan 2022 21:35

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê bi gumana ku endamên PKK ê ne, tîmên alaya cendirmeyan 3 kesan xistin binçav. Operasyon bi koordînasyona serdozgerê Semsûrê hat kirin.

Di operasyona ku bi gumana endamtiya PKK ê dikin, D.D., Z.Ç.D., û F.S. xistin binçav. Ji kesên binçavkirî girtina îfadê F.S. temam bû û wî birin dadgehê. Encama li edliyê çi hat kirin diyar nîne û sitendina îfadeyên her dû kesên din dewam dike.

Parve bike: