TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Bi dronan êrîsî ser navçeya Krasnodar a Rûsyayê hat kirin

📅 26 gulan 2023 10:07

PeyamaKurd Vê sibê bi dronan, êrîşî ser navçeya Krasnodar a Rûsyayê hat kirin.

Medyaya Rûsyayê diyar kir, piştî ku bi rêya dronê êrîşî ser navçeyê hatiye kirin, dengê hejmarek teqînên bihêz li Krasnodar hatiye bihîstin û tirs li cem nişteciyên wî bajarî çêkiriye.

Herwiha Hakimê Navçeya Rostovê ya Rûsya daye zanîn, sîstema berevaniyê ya Rûsyayê moşekeke Ukraynayê têk biriye ku navçeya Rostovê kiriye armanc.

 
Parve bike: