TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Bi dronan êrîş li Hewlêr û Silêmaniyê hatin kirin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 12 adar 2026 06:02
Paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêr û bajarê Silêmaniyê şeva borî careke din rastî êrîşên dronan hat.

RûpelNews - Hewlêr şevê din careke din bû armanca êrîşên dronan. Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand ku 17 dronên ku ber bi bajêr ve dihatin ji aliyê sîstemên parastina hewayî ve hatin teqandin.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw bo Kurdistan24ê got ku di tevahiya şevê de bi giştî 17 êrîş li ser bajêr hatine kirin û ev êrîş bi dronên bombebarkirî hatine pêkanîn.Sîstemên parastina hewayî hatin çalakkirin
Xoşnav got ku bi çalakkirina sîstemên parastina hewayî re, hemû dron berî ku bigihîjin armancên xwe li hewayê hatin xistin. Xoşnav got ku di êrîşan de ti ziyana canî çênebûye, û lê zêde kir ku ev yek cihê dilxweşiyê ye.
Ji aliyê din ve, hat ragihandin ku li hin deveran ji ber bermahiyên dronên hatine xistin ên ku li erdê ketine an jî ji ber teqînên ku li hewayê qewimîne, zirareke madî çêbûye.

Silêmanî jî rastî êrişên dronan hat

Her şevê din li hemberî Silêmaniyê jî êrişên bi dronan pêk hatin. 
Li gorî zanyariyan, êriş bi dronên mbebarkirî hatiye kirin, û piştî bûyerê tedbîrên ewlehiyê li herêmê hatin zêdekirin. Rayedaran ragihandin ku lêpirsînên derbarê armanca êrîşê û zirarên muhtemel de berdewam dikin. 
Her çend derbarê qurbaniyên êrîşê de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn jî, hatiye ragihandin ku hêzên ewlehiyê lêpirsînên xwe li cihê bûyerê didomînin.

Daxuyaniyên rayedarên Herêmê

Di demên dawî de, Herêma Kurdistanê, bi taybetî Hewlêr, ji ber êrîşên hewayî yên ku ji aliyê komên çekdar ên cuda ve hatine kirin di rojevê de cih digire. Rayedarên Herêma Kurdistanê ji rayedarê Iraqê dixwazin ku berpirsên êrişan werin sizakirin. Her dîsa rayedarên Herêma Kurdistanê tekez dikin ku Kurdistan ne aliyeke şerê Îranê ye û dixwazin ku pirsgirêk bi rêyên aştiyane werin çareserkirin.

 

Parve bike: