Kurdistan
Bi 7 dronan êrişî Herêma Kurdistanê hat kirin
Li dijî Hewlêr û Silêmaniyê bi 7 dronan êriş hatin kirin. Li gorî zanyariyan hemû dron jî li hewa hatin têkşikandin.
RûpelNews - Êrişên dronî yên li ser Herêma Kurdistanê berdewam dikin. Li gorî nûçeyeke Rûdawê, vê sibê 6 dron ber bi Hewlêrê û dronek jî ber bi Silêmaniyê ve hatin şandin. Li gorî nûçeyê, dron ji aliyê pergala parastinê ve hatin têkşikandin.
Li Silêmaniyê dronek ketiye çolê
Her îro derdora saet 10.00an, dronek ber bi Silêmaniyê ve hat şandin. Li gorî zanyariyan, dron li cihekî çol ketiye xwarê û ti ziyana canî çênebûye.
Zêdetirî 300 dron û mûşek
Ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ve ku 28ê Sibatê dest pê kir û heta 14ê Adarê, bi zêdetirî 300 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.