TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Benyamin Netanyahu lîsta hedefên ku wê li Îranê lêxin erê kir

📅 18 cotmeh 2024 22:30

PeyamaKurd – Hat gotin ku serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu di çarçova bersivdana êrîşa Îranê ya ser Îsraîlê de, lîsta hedefên ku li Îranê dê li wan bixin erê kiriye. Çavkaniyekî Îsraîlê ji bo ABC Newsê mijarê ragihandiye.

Nehatiye ragihandin bê hedefên ku Îsraîl li wan bixe, temamên wan hedefên leşkerîne an na, an ku ne zelalin. Nûnerê daîmî yê Îsraîlê yê Neteweyên Yekgirtî Danny Danon, ji bo Fox Newsê daxwuyanî daye û gotiye wê bersiva Îsraîlê bike ku Îran car din êrîşekî weha neke û wê Îranê pê biêşînin.

Parve bike: