TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Belçîka ji bo Yûnanistanê: Bi Tirkiyê re cîrantiyeka bas bimesînin

📅 12 mijdar 2022 00:30

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Belçîkayê Hadja Lahbib bi fermî seredana Yûnanistanê kir û bi wezîrê karên derve yê Yûnansitanê bi Nikos Dendias re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê wezîr Lahbib derket ber çapemeniyê. Lahbib li ber çapemeniyê got ku divê Yûnanistan bi Tirkiyê re cîrantiyeka baş bimeşîne û weha dewam kir:

“Cîranekî weka Tirkiyê tine. Divê hun bizanibin. Hevkarekî NATO yê û hem li herêmê aktorekî girîng e. Ji bo bi dijberiyên navbera Tirkiyê û Yûnanistanê re serî derên, divê tewrê me di nav Yekîtiya Awrûpa de bi erênî be.

Tewrê bi erênî tê vateya ku li welat û di asta YA de, mafên mirovan û yên kêmneteweyan, karên konsulxaneyan, têkoşîna bi terorê re, şervanên terorîst yên biyanî, koçberî, babetên aborî û bazirganî û di babetên herêmî û navdewletî de meşandina têkiliyên siyasî û şêwrî.

Divê herkes di axaftina xwe de ji bo hev rêz bigre, li hûqûqa navdewletî rê rez bigre û xwe ji şer dûr bihêle.”

Parve bike: