TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Berpirsekî Pentagonê derbarê hevakariya kurdan de axivî

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 20 gulan 2026 09:52
Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Ewlehiya Navneteweyî Dan Zimmerman, derbarê hevkariya ewlehiyê ya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Pêşmergeyan de daxuyanî da.

RûpelNews - Di rûniştineke Kongreya Amerîkayê de Zimmerman got, "Em rêzeke mezin li hevkarên xwe yên Kurd digirin. Bi rastî zehmet e ku mirov komeke amadetir û jêhatîtir bibîne ku mirov pê re bixebite."

Ev gotin di rûniştineke Kongreya DYAyê de hatin kirin, ku tê de bandora kêmkirinên plankirî yên li ser budceya ji bo şerê li dijî DAIŞê li ser hevalbendên Washingtonê yên li herêmê dihat nîqaşkirin.

"Girîngiya hevkarên kurd derketiye holê"

Zimmerman, di heman demê de, diyar kir ku rêveberiya DYAyê pêşwaziya piştgiriya budceyî ya ku ji aliyê Kongreyê ve ji bo domandina vê hevkariyê hatiye dayîn, dike.
Berpirsê Pentagonê her wiha anî ziman ku piştî Operasyona 'Hêrsa Efsanewî', hêza komên milîsên Şîe yên li Iraqê ku ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin ji bo çalakiya serbixwe, bêtir diyar bûye. Zimmerman destnîşan kir ku ev rewş dikare ji bo berjewendiyên DYAyê bibe xeter û lê zêde kir ku girîngiya hevkarên kurd li herêmê careke din derketiye pêş.

Endamê Kongreyî Mike Turner jî xwest budce neyê birîn

Endamê Kongreyê yê Komarî Mike Turner jî di dema axaftineke xwe de ji bo Komîteya Xizmetên Çekdarî ya Meclîsê, fikarên xwe yên derbarê paşeroja piştgiriya ji bo hevalbendên kurd li Iraqê jî anîn ziman.

Turner destnîşan kir ku bi piştgiriya hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Pêşmergeyan, DAIŞ bi giranî hatiye paşveavêtin û got ku egera kêmkirinên di budçeyên perwerdehî û çekdarkirinê de dikarin bandorê li hevkariyên li herêmê bikin.


 

Parve bike: